Gera Duyê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vankoverê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e ku Gera Duyê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vankoverê ji 17 heta 19ê Cotmehê bê lidarxistin û 22 fîlmên Kurdî ji bo wê festîvalê hatine hilbijartin.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vankoverê treylera xwe ya fermî ji bo sala 2025ê weşand. Zêdetirî 200 fîlmên Kurdî ji bo gera duyê ya vê festîvalê hatine şandin, 22 ji wan fîlman hatine hilbijartin ku nûnerîtiya sînemaya Kurdî û çand û zimanê Kurdî li Kanadayê bikin.
Armanca vê festîvalê ew e ku, temaşevan ji hemî aliyan ve çand û paşxaneya çîrokên Kurdî ji nêz ve nas bikin.
Fîlmên tevlîbûyî dê ji bo çar xelatan pêşbaziyê bikin: Xelata baştirîn fîlma dirêj, xelta baştirîn kurtefîlm, xelata joriyê û xelata temaşevanan. Dadwerên vê festîvalê jî çend sînemakarên Kanadayî û Kurd in.
Wekî sala borî, Kurdên diyasporayê bi germî piştgiriyê didin vê bûyera girîng, çar şîrket dê wekî sponsorên sereke tevlî wê bibin û revenda Kurdî li çend welatan dê tevlî wê bibe.
Dirûşma Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vankoverê ji bo sala 2025ê "Zimanê Dayikê" ye û girîngiyê dide rola jinan di vegêrana çîrokan de di sînemaya Kurdî de.