Li Kirmanşanê Festîvala 9emîn a Tembûrê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala 9emîn a Tembûrê, bi beşdariya hunermendên navdar ên Kurd Kayhan Kalhor û Mensûr Behram Begî û bi serperiştiya mamosteyê mezin Elî Ekber Muradî, li gundê Banzelan ê ser bi navçeya Dalaho ya Kirmanşanê dest pê kir. Festîval, ku ji aliyê "Mala Tembûrê" ve tê organîzekirin, bûye qadek girîng ji bo parastin û pêşxistina mûzîka resen a Kurdî.
Festîval di sê beşên sereke de – meqamjenî, meqamxwendin û xwe-gotin (bîdahejenî) – ji bo sê komên temenî yên cuda (6-12 salî, 12-18 salî û 18-23 salî) tê lidarxistin. Di her du beşên pêşbirk û asayî de, zarok û ciwan hunerên xwe yên li ser tembûrê nîşan didin û ji ezmûnên mamosteyên mezin sûd werdigirin.
Serperiştê festîvalê, mamoste Elî Ekber Muradî, ku wek meqamzan, awazsaz û tembûrjenekî navdar tê naskirin, derbarê girîngiya festîvalê de got: "Îro û sibe festîvala kevnehewayên tembûrê û mûzîka Kurdî birêve diçe. Li Mala Tembûrê, ciwan û zarok ji bo fêrbûnê dikevin pêşbirkê."
Di çarçoveya festîvalê de, hunermend û mûzîkzan Mensûr Behram Begî kargehek li ser meqama Heyranê û şêwazên cuda yên mûzîkê pêşkêş kir. Herwiha, hunermendê cîhanî yê kemançeyê, Kayhan Kalhor, gotarek li ser ezmûnên xwe yên hunerî pêşkêşî beşdaran kir.
Yek ji beşdarên ciwan, Metîn Heyderî, rola Mala Tembûrê bilind nirxand û got: "Bi rastî ev der yek ji cihên herî baş e, ji ber ku li vir ti maleke din a sazê tune ye. Ev navend bi saya keda mamoste Elî Ekber Muradî hatiye avakirin û em bi kêfxweşî tên vir."
Heta niha heşt dewreyên Festîvala Tembûrê bi heman awayî li Mala Tembûrê hatine lidarxistin. Taybetmendiya herî girîng a vê festîvalê ew e ku ti alîkariyeke aborî ji hikûmetê wernagire û beşdarbûna tê de ji bo hemû kesan bêpere ye. Ji ber vê yekê, ti berpirsekî hikûmî ji bo festîvalê nayê vexwendin, ku ev yek serbixwebûna wê ya çandî diparêze.