Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê (Asrin) ragihand, Abdullah Ocalan diyar kiriye ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî" û bal kişandiye ser pêwîstiya avakirina zemîneke yasayî.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, parêzeran di 15'ê Îlona 2025'an de, piştî 6 salan cara yekem serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê kirine û bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Ergîn Atabey û Mûrat Yamalak re hevdîtin pêk anîne.

Di daxuyaniyê de peyamên sereke yên Ocalan wiha hatin parvekirin: "Birêz Ocalan got; 'Dema ku li merheleya pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nihêrtin, gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî.' Wî anî ziman ku di pêvajoya sed salan de, gelê Kurd li derveyî hiqûqê hatiye hiştin û ya ku ew dixwazin niha derbas bikin ev 'derhiqûqtî' ye."

Ocalan tekezî li ser projeya xwe ya "komara demokratîk" a di çarçoveya "neteweya demokratîk" de kir û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aliyên siyasî, aborî û çandî yên pirsa Kurd, pêwîstî bi "yasayên serdema navberê" heye.

Li gorî daxuyaniyê, Ocalan serdana parêzeran a di vê qonaxê de wek "îşareteke vekirina deriyê hiqûqî" nirxandiye û hêviya xwe ya ji bo berdewamiya vê yekê anî ziman.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herwiha bal kişand ser mijara "mafê hêviyê" ku niha di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye û got, "Ev yek pirsgirêkeke avadaniyê ya hiqûqa Tirkiyeyê ye û gavên erênî yên di vê mijarê de dê di avakirina hiqûqa demokratîk de bibe gavekî destpêkê."

 

 
 
Fly Erbil Advertisment