Li Silêmaniyê: Dengê resen ê tembûrê bi konserteke taybet bilind bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê, Grûpa Tembûrjenan a Hawarî Şinrwe, bi piştgiriya Weqfa Kerîm Eleke, konserteke mûzîka resen a Kurdî li dar xist. Di konserê de ku bi beşdariyeke germ a hunerhezan pêk hat, bi dehan tembûrjenan bi cil û bergên xwe yên gelêrî derketin ser dikê û bi dirûşma "Soza Yarsanî û Evîna Îrfanî" berhemên xwe pêşkêş kirin.

Armanca sereke ya vê çalakiyê, danasîna mûzîka kevnar a Kurdî û amûra tembûrê ji nifşê nû re bû. Rêkxerên konserê destnîşan kirin ku di demekê de ku çandên biyanî bandoreke mezin dikin, girîng e ku mûzîka resen û folklorî ji bo ciwanan were zindîkirin.

Munîre Mehmûd, yek ji tembûrjenên komê, da zanîn ku tembûr ne tenê amûreke mûzîkê ye, lê belê amûreke ruhî û kevnar a Kurdan e. Wê got, "Armanca me ew e ku em vê amûrê, ku mohra Kurdan li ser e, bi nifşên nû bidin nasîn û perwerdeyeke ruhî û çandî bidin wan, da ku ji koka xwe dûr nekevin."

Endamê Saziya Kerîm Eleke Suheyb Farûq  armanca piştgiriya wan ji bo vê çalakiyê wiha anî ziman: "Wek sazî, em di gelek warên çandî û edebî de kar dikin. Vê carê me girîngî da mûzîkê, bi taybetî mûzîka Yarsanî û tembûrjeniyê. Armanca me ew e ku em vê çanda resen bi nifşê nû bidin nasîn û piştevaniya wê bikin."

Grûpa Hawarî Şinrwe ku ji zêdetirî 20 hunermendên jin û mêr pêk tê, ji Helebceyê hatibû û bi stran û awazên xwe yên taybet heyranî li cem amadebûyan peyda kir. Konser wek hewldaneke girîng ji bo parastina yek ji şêwazên herî kevnar ên mûzîka Kurdî hat nirxandin.

 
Fly Erbil Advertisment