Du keçên Kurd hatine revandin: Ji bo yekê 150 hezar Euro fîdye tê xwestin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du keçên ciwan ên Kurd, yek ji wan xwedî nasnameya Almanî, li ser rêya Dêr Hafirê ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ve hatin revandin. Hat zanîn ku yek ji wan li Efrînê dîl tê girtin û ji bo berdana wê 150 hezar Euro fîdye tê xwestin, lê çarenûsa keça din heta niha ne diyar e.
Bûyer di 13'ê Îlona 2025'an de li ser rêya Heleb-Qamişlo, li nêzîkî bajarokê Dêr Hafirê qewimî. Heyfa Adil Teyar (25 salî) ya ji herêma Kobaniyê û Norman Celal Serhan (30 salî) a ji Dêrikê, ku di heman demê de welatiya Almanyayê ye, ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.
Cihê Norman li Efrînê hate eşkerekirin
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çalakvanan ve hatine belavkirin, Norman Serhan niha li herêma Şiyê ya Efrînê, di destê çekdarên grûpa bi navê "Emşat" de dîl tê girtin. Hat ragihandin ku revandiyan ji bo berdana wê daxwaza fîdyeyeke bi qasî 150 hezar Euroyî kirine.
Malbata Norman piştrast kir, zexta medyayê û raya giştî alîkar bûye di eşkerekirina ciyê keça wan de. Lê belê, malbat rastî gefan hatiye û bi derewînî bi endamtiya "HSD'ê" hatine tometbarkirin.
Heya niha ti agahî derbarê çarenûsa Heyfa Adil Teyar de nîne û malbata wê di nava nîgeraniyên mezin de ye.
Rêxistinên Mafên Mirovan Tirkiyeyê Berpirs Dibînin
Bûyer bû sedema bertekên tund ên rêxistinên mafên mirovan. Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de milîsên wekî "Hêza Hevbeş a Emşat û Hemzat" û "Sultan Murad" wek berpirsiyarên revandinê bi nav kir. Rêxistinê Tirkiyeyê wek hêza dagirker ji ewlehiya herêmê berpirs dît û bang li saziyên navdewletî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin.
Herwiha, Rêxistina Mafên Mirovan a Almanyayê jî daxuyaniyek belav kir û bi taybetî bal kişand ser Norman Serhan ku welatiya Almanyayê ye. Rêxistinê bang li desthilatdarên Sûriyeyê kir ku demildest destêwerdanê bikin û hişyarî da ku heger bersivek neyê dayîn, ew ê dozê bigihînin asta navdewletî û serî li hikûmeta federal a Almanyayê û dadgehên navdewletî bidin.