HRW: Îsraîl li başûrê Sûriyeyê xelkê bi darê zorê koçber dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) îro 17ê Îlonê, artêşa Îsraîlê bi koçberkirina bi darê zorê ya xelkê gundên li başûrê Sûriyeyê tometbar kir. Ev yek di demekê de tê ku Şam û Tel Avîv bi navbênkariya Washingtonê hewl didin bigihîjin "lihevkirinên ewlehiyê".
Di rapora xwe de, HRW diyar kir ku "hêzên Îsraîlê, yên ku ji Berçileya 2024'an ve beşek ji başûrê Sûriyeyê dagir kirine, zincîreyek binpêkirin li dijî xelkê herêmê pêk anîne." Li gorî raporê, hêzên Îsraîlê dest danîne ser malan û ew hilweşandine, xelk ji milk û debarên wan bêpar hiştine, û welatî bi awayekî kêfî desteser kirine û veguhestine Îsraîlê.
Rêxistinê da zanîn, ev rapor li ser bingeha hevpeyvînên bi xelkê herêmê re, analîza wêneyên satelaytê û dîmenên vîdyoyî hatiye amadekirin.
Li hemberî van tometan, HRW ragihand, artêşa Îsraîlê ji wan re gotiye ku çalakiyên wan "li gorî yasayên navdewletî ne" û ew li başûrê Sûriyeyê kar "ji bo parastina welatiyên dewleta Îsraîlê" dikin.
Hevdem ligel belavkirina raporê, televîzyona fermî ya Sûriyeyê îro ragihand, hêzên Îsraîlê di "operasyoneke serdegirtin û lêgerînê de" çar xortên ji gundên li herêma bêçek a parêzgeha Quneyterayê desteser kirine. Di destpêka meha Îlonê de jî, hêzên Îsraîlê heft kesên din li heman herêmê binçav kiribûn.
Piştî rûxandina rêjîma Esed di Berçileya 2024'an de, hêzên Îsraîlê ketine nav herêma bêçek a li Golanê ku bi peymana sala 1974'an hatibû avakirin. Ji wê demê ve, Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li dijî cihên leşkerî yên Sûriyeyê û gelek operasyonên bejayî pêk anîne.
Ev pêşhatên leşkerî di demekê de rû didin, hewldanên dîplomatîk ji bo aramkirina rewşa herêmê didomin. Wezareta Derve ya Sûriyeyê duh Sêşemê ragihandibû, bi piştgiriya Amerîka û Urdinê, nexşerêyek ji bo lihevhatinê li parêzgeha Siwedayê hatiye amadekirin.
Li gorî daxuyaniyê, yek ji xalên girîng ên vê nexşerêyê ew e ku "Amerîka, bi şêwirmendiya bi hikûmeta Sûriyeyê re, dê kar ji bo gihîştina 'lihevkirinên ewlehiyê' bi Îsraîlê re derbarê başûrê Sûriyeyê bike."
Herwiha, berpirsekî leşkerî yê Sûrî ji ajansa AFP'ê re piştrast kiribû ku ev du meh in "hêzên Sûriyeyê çekên xwe yên giran ji başûrê Sûriyeyê vekişandine."