Encûmena Wezîran: Divê hikûmeta federal mûçeyên Tîrmeh û Tebaxê zû xerc bike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro de tekez li ser wê yekê kir ku, divê Wezareta Darayî ya Federal yekser mûçeyên Tîrmeh û Tebaxê yên îsal ên mûçexurên Herêma Kurdistanê xerc bike.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi Wekalet Kemal Mihemed Salih û endamên din ên şanda danûstandinan di pareke wê civînê de zêdetir hûrgilî li ser hevdîtinên vê dawiyê û aliyên teknîkî û qanûnî pêşkêş kirin.

Piştî nîqaşê, Encûmena Wezîran pêşwaziya biryara hevpar a herdu aliyan kir û tekez kir ku, divê Wezareta Darayî ya Federal êdî li beranberî van pêşketinan yekser mûçeyên Tîrmeh û Tebaxên sala 2025ê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê xerc bike. Herwesa ji bo ji niha û pêde jî, mûçexurên Herêma Kurdistanê mîna deverên din ên Iraqê, mîna hevpayên xwe yên di hikûmeta federal de, dê tevaya mûçeyên xwe di wextê xwe de werbigirin.

Encûmena Wezîran di pareke din a wê civînê de mijara hevahengiya girêdayî rêkarên darayî, di nav de jî mijara bacan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de nîqaş kir. Ew jî bi liberçavwergirtina desthilatê û taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê, wekî ku di destûrê herdemî yê Iraqê de hatine binecihkirin.

Rêveberê Giştî yê Bac û Erd û Avahiyên Mîrî yên Herêma Kurdistanê Kemal Wartî, ku ji bo wê para civînê hatibû mêvankirin, çend pêşniyar û raspardeyên hevpar ên girêdayî rêkar û rênimayên bacê û rêjeyên wan pêşkêş kirin, ku pêştir bi Desteya Giştî ya Bacan a Iraqê re nîqaş kiribûn.

Encûmena Wezîran hevahengî û alîkariyên nivîsîngeh û dezgehên bacê di hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girîng dîtin û pişgirî da wan. Encûmena Wezîran herwesa tekîd kir ku, Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke federal maf heye ku desthilatên xwe yên destûrî û taybetmendiyên xwe yên darayî bi kar bîne.

Ji bo vê armancê jî, Encûmena Wezîran Wezareta Darayî û Aboriyê û Rêveberiya Giştî ya Bacan a Herêma Kurdistanê erkdar kirin ku, di vî warî de û di çarçoveya destûrê de hevahengî, alîkarî û têkiliyên xwe bi hevpayên xwe yên di hikûmeta federal de pêşve bibin.

 
Fly Erbil Advertisment