Kurdistan24ê naveroka civîna Encûmena Dewletê li ser dahatên Kurdistanê eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî çavkaniyekê ji Encûmena Dewletê, tenê du dadwerên ku di civîna îro ya Encûmena Dewletê de amade bûbûn bi nêrînên Herêma Kurdistanê re nebûne.
Çavkaniyekê ji Encûmena Dewletê îro (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Di civîna îro de, ji 23 dadwer û şêwirmendan tenê şeş dadwer amade nebûn û du dadwerên din jî destûrî wergirtiye.”
Çavkaniya ji Encûmena Dewletê eşkere jî kir, “Ew civîn bi amadebûna Serokê Encûmena Dewletê Kerîm Xesbak û 15 dadweran hat lidarxistin.”
Wê çavkaniyê di derheqa naveroka wê civînê de jî got, “Piştî nêzîkî çar saetan ji nîqaşê, tenê du dadwer bi nêrînên Herêma Kurdistanê yên li ser dahatên negirêdayî petrolê re nebûn lê 13 dadwerên din bi nêrînên Herêma Kurdistanê re bûn.”
Çavkaniya jêgotî eşkere jî kiriye ku, nerîna wan wesa bû ku li gorî qanûna budçeyê û qanûna rêveberiya darayî, daxwazên Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina dahatên negirêdayî petrolê û xezîneya federal destûrî ne.
Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Encûmena Dewletê dê sibe bersiva dawiyê bide Encûmena Wezîran.”
Ev jî di demekê de ye ku, civîna îro ya Encûmena Dewletê ji ber çarenekirina pirsgirêkên qanûnî nekarî biryarekê bide û mijara xwe ji bo sibe (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) paşxist.