Berdevkê Hikûmetê: Me amadebûna xwe bo radestkirina petrolê nîşan daye û divê êdî mûçe neyên paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) çend ronkirinek li ser mijarên petrol û mûçeyan parve kirin, ku ev in:
1. Di civîna duhî ya Encûmena Wezîrên Iraqê de, 48 saet wekî molet bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê hatine dan, da ku mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çareser bike.
2. Şîrketên hilberîna petrolê razî bûne ku, li gorî qanûnên Iraqê serederî pê re bê kirin û ji bo parastina mafên xwe li dû qanûnên biyanî, dev ji daxwazên xwe berda.
3. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi nivîsareke fermî amadebûna xwe nîşan daye ku para xwe ya petrolê radestî şîrketa SOMOyê bike.
4. Divê mûçeyên Tîrmehê û yên mehên paştir ên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi radestkirina petrolê re bên şandin.
5. Di bingeha xwe de, ti ji van tedbîran hewce nebûn. Ti sedemek ji bo neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê nîne. Ger tenê qanûnên budçeyê, qanûna rêveberiya darayî û destûr wekî navbeynkar bên qebûlkirin, ti hincetek ji bo nedayîna mûçeyan namîne, xasma jî bi biryara Dadgeha Federal re. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî daxwaz û erkên li ser milên xwe bi cih anîne û neşandina mûçeyan bê hincet e.
6. Şiyana hilberandina petrolê niha vedigere rewşa xwe ya asayî û rojane 233 hezar bermîlên petrolê tên hilberandin. Destpêkirina hinardekirina petrolê dê xizmeta rewşa darayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
7. Hemî bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bicîhanîna daxwazên Hikûmeta Federal ji bo wê yekê ne ku, ti mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê winda nebin. Li ser dahata navxweyî jî, em bê kêmî û zêdehî bi her tiştê ku qanûn ferz dike pabend in.