Cengîz Çandar: Ne bi gotinên hêvîdar, pêvajo bi gavên kirdarî biser dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar diyar kir, pêvajoya çareseriyê ya heyî hêj negihîştiye mijarên girîng û li gorî pêvajoyên berê di asteke gelek paşdetir de ye. Çandar da zanîn jî, ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîstî bi gavên kirdarî û bingeheke yasayî heye, ne tenê bi gotinên ku hêviyê didin.

Cengîz Çandar di beşdariya di bultena nûçeyan a K24ê de, derbarê pêvajoya aştiyê de got: "Em hêj negihîştine mijarên girîng. Pêvajo niha li ser piyan e, lê wek ku Serokkomar dibêje, gotinên wî hêvîdar in, lê DEM Partî li benda gavên kirdarî ye."

Pêwîstiya bi Bingeheke Yasayî

Çandar bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Abdullah Ocalan û DEM Partiyê û got: "Îro du daxuyaniyên balkêş hatin. Yek jê ya Abdullah Ocalan bû ku parêzeran piştî hevdîtinê belav kir. Tê de tê gotin ku êdî pêwîstî bi derxistina yasayan heye û pêvajo derbasî qonaxeke yasayî bûye. Ya din jî daxuyaniya DEM Partiyê bû ku daxwaz dike komîsyona li parlamentoyê lezê bide karên xwe û pêşniyareke yasayî amade bike."

Çandar da zanîn jî, ji bo avakirina baweriyê, divê gavên berbiçav bên avêtin û wiha berdewam kir: "Divê yasayeke vegerê (ji bo kesên li sirgûnê) bê derxistin, an jî di yasaya înfazê û zagonên cezakirinê de hin guhertin bên kirin. Divê kesên ku ji ber endamtiya rêxistinê hatine girtin û ti carî çek bi kar neanîne, ji zindanan bên derxistin. Di serî de jî Selahattîn Demîrtaş, divê gavên zûtir ji bo azadiya wî bên avêtin."

"Pêvajoya Niha ji ya Berê Pêşdetir e"

Parlamenterê DEM Partiyê pêvajoya heyî bi hewldanên berê re da ber hev û rexneyên xwe wiha anî ziman: "Cudahiyeke cidî di navbera pêvajoyên berê û ya niha de heye. Di pêvajoyên berê de, ti carî çek nehatibûn danîn, lê niha çek hatine danîn. Niha ji bo amadekirina yasayan komîsyoneke ku hemû partiyên di parlamentoyê de tê de cih digirtin, hatiye damezrandin. Ev gavên ku niha em behs dikin, ji pêvajoyên berê gelekî pêşdetir in. Lewma ji bo serkeftina vê pêvajoyê, pêwîst e em zêdetir kar bikin û biryarên cidî divê bên girtin. da ku serkeftin bê garantîkirin û careke din Kurd di rewşeke wiha de nemînin."

Çandar herwiha derbarê azadiya Ocalan de got: "Ji bo vê jî pêwîstî bi hin gavan heye ku divê bên avêtin. Ev yek sibe pêk nayê. Divê em realîst bifikirin. Me du salan nizanibûn ka Abdullah Ocalan sax e an na. Heya ku ev gav neyên avêtin û hikûmet cidiyeta xwe nîşan nede, pêvajo bi awayekî serkeftî bi encam nabe."

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment