PSKê rapora xwe ya “Çareserkirina Pirsa Kurd” pêşkêşî DEM Partiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Serokê Giştî Bayram Bozyel, serdana Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Enqereyê kir. 

Şande ji aliyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û rêveberên partiyê ve hat pêşwazîkirin û di civînê de çareseriya pirsa Kurd û egera destûreke nû ya bingehîn hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya PSK'ê, di hevdîtinê de ku duh 17ê Îlonê hatibû kirin, li ser çareseriya pirsa Kurd, rewşa li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê û geşedanên herêmî danûstandina nêrînan hatiye kirin. Bi taybetî, li ser egera amadekirina destûreke nû ya bingehîn ku mafên bingehîn ên gelê Kurd di nav xwe de bihewîne, nirxandin hatin kirin.

Di serdanê de, Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel, raporeke ku partiya wan amade kiriye û tê de nêrînên wan ên ji bo çareseriyê hene, pêşkêşî rayedarên DEM Partiyê kir. Rapor bi sernavê "Çareserkirina Pirsa Kurd bi Rêbazeke Siyasî û Wekhevîxwaz Pêkan e" bû.

Şandeya PSK'ê ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, endamên Desteya Rêveber a Navendî Hasan Dagtekîn û Celal Yildiz, û endamên Meclisa Partiyê Alaaddîn Aras û Haydar Cîhaner pêk dihat.

PSK'ê da zanîn ku serdanên wan ên ji bo gotûbêjkirina çareseriya pirsa Kurd dê di rojên pêş de ji bo partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bidomin.

 
Fly Erbil Advertisment