Duyemîn Festîvala Akrê ya Berhemên Xwemalî dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca nasandin û firotina berhemên çandiniyê, Duyemîn Festîvala Akrê ya Berhemên Xwemalî bi beşdariya zêdetirî 70 cotkar û bazirganan îro 18ê Îlonê dest pê kir. Cotkarên deverê hêvîdar in ku di sê rojên festîvalê de hemû berhemên xwe bifroşin.

Festîval îro li Elweya Nûjen a Akrê dest pê kir û dê heta şeva Şemiyê, 20'ê Îlonê, berdewam bike. Deriyê festîvalê dê rojane ji saet 12:00'ê nîvro heta 12:00'ê şevê ji bo serdanvanan vekirî be.

Rêveberê Çandiniyê yê Akrê Fazil Mistefa ji K24ê re ragihand, zêdetirî 70 cotkar, bazirgan û pênc kompanyayên xwarinê beşdar in. Wî da zanîn ku ji bo nasandin û firotina berhemên xwemalî yên Akrê û deverên din ên Herêma Kurdistanê, 70 stand (kepr) hatine danîn û pêşbînî kir ku hejmareke mezin a welatiyan serdana festîvalê bikin.

"Daxwazeke Mezin li ser Berhemên Me Heye"

Rizwan Remezan, yek ji cotkarên devera Akrê, amaje bi girîngiya festîvalê kir û got: "Me zêdetirî pênc corên birincê kurdî, savar, nok, baqil, kuncî, danqut, qeysî û gelek berhemên din ên xwemalî anîne. Baweriya me heye ku em ê hemûyan bifroşin, ji ber ku daxwazeke mezin li ser berhemên xwemalî yên devera me heye."

Hungivvanê navdar ê Akrê Hacî Hikmet spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got: "Ev festîval derfeteke gelek baş e ji bo bazarîkirina berhemên me, bi taybetî hungiv. Ji bo me wek dikanekê ye, ji ber ku em dikarin di demeke kurt de berhema ku me tevahiya salê ked daye û ji bo wê şevên xwe bêxew derbas kirine, bifroşin."

Piştgiriya Hikûmetê ji bo Hinardekirinê

Akrê, yek ji qezayên ser bi parêzgeha Dihokê ye û wek herêmeke çandiniyê ya dewlemend tê naskirin. Berhemên wê ne tenê pêdiviyên navxwe dabîn dikin, lê ji bo deverên din ên Kurdistanê û heta ji bo derveyî welat jî tên hinardekirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê dide cotkar û sektora taybet ji bo ku berhemên çandiniyê yên herêmê hem li navxwe û hem jî li derve bên nasandin û firotin. Wek mînak, kargeha 'Aryas' berhemên wekî birincê xwemalî yê Akrê, tehîn û simaqê paket dike û hinardeyî bazarên derve dike.

 
Fly Erbil Advertisment