Du karker li Kerkûkê xeniqîn

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Du karkerên paqijkirina menholan li taxa Derwazê ya bajarê Kerkukê yê Başûrê Kurdistanê di dema karkirinê de ji ber nemana oksîjenê xeniqîn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkukê Soran Kameran îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) got, “Dema ku ew karker çûn nav menholan, oksîjen nemabû û ji ber wê yekê jî herdu karker mirin.” Amaje jî da, “Termên wan herdu karkeran ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.”

Rêveberê Avrêyan ê Kerkukê Zagros Can Welî jî ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ew karker girêdayî şîrketeke taybet in, ku li ser nûjenkirina cadeya taxa Derwazê dixebitin. Ew herdu karker karmendên Rêveberiya Avrêyan nînin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment