Erdogan: Kurd, Tirk û Ereb birayên hev in

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê amaje da, “Em dê pêvajoya aştiyê bidomînin û em rêyê nadin ku tu kesek pirsgirêkan ji bo wê pêvajoyê çê bike.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) ragihand, “Em Tirk, Kurd û Ereb dê bibin birayên hev, em dê hev hembêz bikin û dê baweriya xwe bi hev bînin.”
Erdogan herwesa got, “Em dê dastaneke nû ya biratiyê di navbera gelên xwe de li Tirkiyeyê binivîsin. Em dê bi awayê herî bibandor berhingarî hemî cûnên terorê bibin û em dê bi hev re planên wan kesan pûç bikin ên ku dixwazin biratiya me nehêlin.”
Navbirî herwesa got, "Em dê bi îrade wê pêvajoyê bidomînin. Em dê bi domandina biratî, yekrêzî û tebayîya xwe ya dêrîn wan bizavan nehêlin, ên ku me li ser bingeha netewe û olan parçe dikin."
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir, "Em dê bi pêngavên bihêz û bi hev re bigihîjin armanca Tirkiyeyeke bêteror û em dê vê pêvajoyê bi ser bixin. Em dê planên nehêlana tenahiyê li deverê têk bibin û me ew desthilat heye ku her plan û senaryoyekê hilweşînin."