Hevpeyman zêdetir hêza leşkerî dişînin Hesekeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, Hevpeyman xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêztir dikin.

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî hêza leşkerî ya zêde gihand bingeha xwe ya li bajarê Şedadiyê yê Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî Hesekeyê.

Çavkaniyeke leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Dêrazorê ragihand, “Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî zêdetir hêza leşkerî aniye bingeha Şedadiyê, ku ji 15 barhilgir û timbêlên zirxî zêdetir bûn û çûne nav bingeha wan a leşkerî.”

Wê çavkaniyê amaje jî da ku, hêzên Hevpeymanan li Hesekeyê, li ser rêya Xurafiyê ya ku her du bajarên Dêrazor û Hesekeyê bi hev ve girê dide, operasyonek kir.

Çavkaniya jêgotî eşkere jî kir, "Balafirên şer û dronan jî li asmanî piştgirî da operasyona wan.”

 
 
Fly Erbil Advertisment