Komîteya Wezîrên Encûmena Ewropayê daxwaza azadkirina Demirtaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîteya Wezîrên Encûmena Ewropayê daxwaza azadkirina Demirtaş kir, herwesa ji Tirkiyeyê jî xwest ku heta Hezîrana 2026ê li ser dayîna Mafê Hêviyê bi Ocalan jî haydariyan bide wan.

Komîteya Wezîrên Encûmena Ewropayê di civîna xwe ya asayî de têkoşîna Selahattin Demirtaş bilind nirxand û amaje da ku, Demirtaş û siyasetmedarên din ên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji ber sedemên siyasî bêyî tu delîlek hatine girtin.

Komîteya Wezîrên Encûmena Ewropayê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê rexne kir ji ber ku tu lêkolînek li ser serdana Demirtaş nekiriye. Wê komîteyê herwesa daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku, yekser daxwaza Ewropayê bicîh bîne û Demirtaş û siyasetmedarên din azad bike.

Komîteya navbirî li ser dayîna Mafê Hêviyê bi Abdullah Ocalan jî daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku, heta Hezîrana 2026ê haydariyan bide Encûmena Ewropayê.

Mafê Hêviyê qanûnek an mafek e ku, ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye derxistin. Li gorî vê qanûnê, her girtiyek ku cezayê girtina heta hetayê lê hatiye birîn, piştî 25 salan ji girtinê, dê mafê wî hebe ku ji bo nirxandina cezayê xwe îtîraz bike, an bê azadkirin an jî bi şert bê berdan.

 
 
Fly Erbil Advertisment