Du Kurd li Pirdê ketin kemîneyekê, yek birîndar bû û yek hat revandin

Pala Necmedîn
Pala Necmedîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkukê got ku, du welatiyên Kurd li Pirdê ketine kemîneyeke çekdaran, yek ji wan birîndar bûye û yê din jî hatiye revandin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Hêmin Delo ragihand, “Du welatiyên Kurd ên ji Kerkukê berî demeke kêm di navbera gundên Zerdik û Bîbaniyê de ketin kemîneyeke çekdarên DAIŞê.”

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê ku ji aliyê çavkaniyeke polîsên Pirdê ve bi dest xistine, du welatiyên Kurd ji aliyê Şiwaneyê hatine aliyê Pirdê û çar çekdarên DAIŞê di navbera herdu gundên Zerdik û Bîbaniyê de hatine pêşiya wan. Piştî pirsyaran û lêkolînê, wan ew herdu welatî girtine ku navên wan Pala Necmedîn û Saman Wahid in.

Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da, “Wan çekdaran berîkên wan herdu welatiyan pişkinîne. Wan li nasnameya Pala Necmedîn nihêriye, ku polîsê bergirî û hawarhatinê ye, û bi mobîlê vîdyo kiriye. Herwesa wan gotiye, “Me kafirek girtiye.”

Hêmin Delo amaje jî da, “Piştî ku wan çekdaran du gule li Pala Necmedîn dan, Pala ket ser erdê û çekdaran guman kir ku ew miriye. Wan ew li wê derê hişt û Saman jî revand.”

Pala jî xwe gihand wî gundî, xelkî ew bir nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya pizîşkî ya giran de ye. Çarenivîsa Saman Wahid jî ne diyar e û hêzên ewlehiyê li wan çekdaran digerin.

 
Fly Erbil Advertisment