Ji ber pêla xwelîbaranê li Silêmanî, Kerkûk û Helebceyê 76 kes bo nexweşxaneyan hatin birin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke bihêz a xwelîbaranê Herêma Kurdistanê girtiye bin bandora xwe. Ji ber vê yekê, li bajarên Silêmanî, Kerkûk û Helebceyê bi giştî 76 welatî ji ber tengenefesiyê û pirsgirêkên tenduristiyê serdana nexweşxaneyan kirin.

Silêmanî: 44 Kes li Nexweşxaneyan Hatine Dermankirin

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê, duh 19ê Îlonê 44 welatiyan serdana nexweşxaneyan kirine. Ji wan, 9 kes ji bo wergirtina çareseriyê hîna li nexweşxaneyê ne û 35 kesên din piştî dermankirinê hatine şandin malên xwe.

Herwiha, ji ber xurtbûna xwelîbaranê, dûrahiya dîtinê li bajêr heta kîlometreyekê kêm bûye. Tenduristiya Silêmaniyê bang li welatiyan kir ku eger ne pêwîst be ji malên xwe dernekevin û di dema derketinê de maskeyan (devpêçan) bi kar bînin.

Kerkûk û Helebce: Zêdetirî 30 Kesî Bo Nexweşxaneyan Hatin Birin

Li Kerkûkê, pêla xwelîbaranê duh piştî nîvro dest pê kir û her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahiyan, 30 kes ji ber tengenefesiyê serdana nexweşxaneyên Fêrkarî û Azadî kirine û rewşa tenduristiya hemûyan aram e.

Li parêzgeha Helebceyê jî, 2 welatî ji ber heman sedemê rakirine nexweşxaneyê.

Hewlêr: Ti Halet nehatiye Tomarkirin

Berevajî van bajaran, li paytext Hewlêrê, tevî ku pêla xwelîbaranê ji duh demjimêr 16:00an û vir ve xurtir bûye, heta niha ti haleteke tenduristiyê ya ji ber xwelîbaranê li nexweşxaneyan nehatiye tomarkirin.

Hişyarî û Pêşbînî

Rêveberiya Polîsê Hatûçûnê hişyarî da welatiyan ku ji ber kêmbûna asta dîtinê, eger ne pêwîst be rêwîtiyê nekin û hatûçûna bi otomobîlan kêm bikin.

Li gorî pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, tê çaverêkirin ku pêla xwelîbaranê heta îro Şemiyê 20ê Îlonê berdewam bike û herwiha ber bi bajarên Bexda, Tikrît, Diyale, Enbar, Babil û navçeyên din ên Iraqê ve biçe.

 
Fly Erbil Advertisment