Serokwezîr Mesrûr Barzanî navenda pişkinîna pêşwext a Toyotayê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdaneke ji bo parêzgeha Duhokê de, çend projeyên girîng ên stratejîk û xizmetguzariyê vedike. Piştî vekirina rêya Şêxan-Lalişê, biryar e Serokwezîr navenda kompaniya Toyota û Parka Serhildan a mezin jî veke.
Li gorî bernameya serdanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demjimêr 3:00ê piştî nîvro de dê embar û navenda pişkinîna pêşwext a kompaniya navdar a Toyota li Dihokê veke.
Herwiha, Serokwezîr Barzanî dê di demjimêr 4:00ê piştî nîvro de, projeyeke din a xizmetguzariyê ya mezin, ku ew jî Parka Serhildan e, li heman bajarî veke.
Bernameya Serokwezîr a îro bi vekirina projeya stratejîk a rêya dualî ya Şêxan-Laleşê dest pê kiribû, ku bi van projeyên din re, ev roj dibe rojeke tijî destkeft û avedanî ji bo parêzgeha Dihokê.