Liv û tevgera DAIŞê li sînorê Kerkûkê zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê navçeya Pirdê, du welatiyên Kurd ên Kerkûkê ketin kemîneke çekdaran. Di encama êrîşê de, yek ji wan bi giranî birîndar bû û yê din jî ji aliyê çekdaran ve hate revandin. Hêzên ewlehiyê guman dikin ku êrîşkar çekdarên DAÎŞê bin.
Bûyer şeva Înê, 19ê Îlona 2025an, li nêzî gundê "Zerdekê" yê ser bi navçeya Pirdê ve li parêzgeha Kerkûkê qewimî, dema ku çar çekdarên nenas êrîşî du welatiyên bi navê 'Pale Necmedîn' û 'Saman Wahîd' kirin.
Di encama teqekirinê de, Pale Necmedîn birîndar bû lê karî ji destê wan rizgar bibe. Lê belê, Saman Wahîd ji aliyê çekdaran ve ber bi cihekî nediyar ve hate revandin.
Piştî bûyerê, hêzeke mezin a ewlehiya Iraqê gihiştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê û operasyoneke berfireh a lêgerînê kirin ji bo dîtina kesê revandî û êrîşkaran, lê heta niha hewlên wan bê encam mane.
Hesîb Mihemed, rûniştvanekî gundê Zerdekê ji Kurdistan24 re ragihand, vê bûyerê tirs û xofeke mezin di nava xelkê gund de çêkiriye û heta berbangê xelk ji tirsa neketine xewê.
Herwiha, welatiyekî din ê herêmê bi navê Omer, bal kişand ser metirsiya ewlehiyê û got: "Xelkê herêmê bê çek ji malên xwe dernakevin. Dema bixwazin ji bo karekî derkevin, çend kes bi hev re diçin û çekan jî bi xwe re hildigirin."
Malbata qurbaniyan di nava şokeke mezin de ne û li benda encama lêkolînan in. Star Ehmed, yek ji xizmên Saman Wahîd ê revandî, got: "Me gumana eşîretî ji ti kesî nîne, hemû rûniştvanên herêmê xizm û kesên me ne û pirsgirêka me bi ti kesî re nîne."
Ev ne cara yekem e ku bûyereke wiha li herêmê diqewime. Sînorê Pirdê û derdora wê, bi taybetî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge, ketiye nav valahiyeke ewlehiyê. Vê valahiyê rê daye komên çekdar, nemaze paşmayên DAÎŞê, ku herêmê weke korîdorekê ji bo liv û tevgera xwe bi kar bînin û gelek caran kiryarên tundûtûjiyê li dijî welatiyên sivîl pêk bînin.