Serokwezîr Mesrûr Barzanî qonaxa duyê ya Kornîşê Zaxoyê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) di berdewamiya kar û çalakiyên xwe de li Zaxoyê qonaxa duyê ya Kornîşê Zaxoyê vekir.
Gojimê qonaxa duyê ya projeya Kornîşê Zaxoyê zêdetirî şeş milyar dînaran e û dirêjahiya wê jî nêzîkî sê kîlometran e.
Qonaxa duyê ya vê projeyê zêdetirî 50% keskatiyê vedigire, rêya hatin û çûnê bi dirêjahiya 8 metran ji bo her aliyekî hatiye çêkirin; herwesa xwaringeh, kafeterya û belemên geriyanê jî di vê projeyê de hene.
Kornîşê Zaxoyê yek ji projeyên xweşik û balkêş ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ye, ku welatiyên deverên cuda cuda yên Kurdistanê û geştiyar berdewam serdana wê dikin.