Şaredara Parîsê: Dîroka gelê Kurd bo min gelek bimana ye

Anne Hidalgo
Anne Hidalgo

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaredara Parîsê di daxuyaniyeke xwe de ji bo Nivîsîngeha Kurdistan24ê li Waşintonê ragihand ku, Kurdistan ji bo wê pir girîng e û ew bi dîroka Kurdan dizane.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo îro (Sêşem, 23ê Îlona 2025ê) têkiliya xwe ya bi gelê Kurd re pir taybet wesifand û got, "Têkiliya di navbera Kurdistan û Parîsê de ji bo min pir bibiha ye. Kurdistan welatekî pir girîng e.”

Şaredara Parîsê amaje jî da ku, ew bi dîroka gelê Kurd dizane. Herwesa wê gelê Kurd wekî gelekî pir aza wesifand. Anne Hidalgo tekez jî kir ku, ev dîrok ji bo wê gelek bimana ye."

Şaredara Parîsê behsa serdana Serok Barzanî ji bo Parîsê jî kir û got, "Ez bi mêvandarîkirina Serok Barzanî pir kêfxweş bûm û me parkeke xweşik vekir. Ez ji Kurdistanê hez dikim."

Bi amadebûna Serok Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, li roja Înê (5ê Îlona 2025ê) li Parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Frandsayê di merasîmeke hejî de, perde ji ser tabloya Pêşmerge hat rakirin û cadeyek jî bi navê Pêşmerge hat binavkirin.

Serok Barzanî herwesa li nav Parka André Citroënê ya Parîsê gotarek pêşkêş kir, tê de bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Parîsê û binavkirina cadeyekê bi navê Pêşmerge diyar kir.

 
Fly Erbil Advertisment