Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgiriya damezrandina dewleta Filistînê dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê
Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê tevaya piştevanî û piştgiriya xwe ji bo mafê gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsê û damezrandina dewleta wê di çarçoveya rewatî û qanûnên navneteweyî de tekez dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 23ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê de got, “Herêma Kurdistanê bi girîngiyeke zêde li nîqaşên li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî û navendên navneteweyî li ser mijara Filistînê dinêre.”

Serokatiya navbirî herwesa ragihand, "Em li Herêma Kurdistanê tevaya piştevanî û piştgiriya xwe ji bo mafê gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsê û damezrandina dewleta wê di çarçoveya rewatî û qanûnên navneteweyî de tekez dikin.”

Her di wê ragehandinê de amaje hatiye dan, "Em, wekî gelekî ku ji bo azadî û mafên xwe gelek qurbanî daye, bi rêzdarî li têkoşîn û qurbanîdanên gelê Filistînê ji bo azadiyê dinêrin û ev gelek sal in ku me li Herêma Kurdistanê Nûnertiya Filistînê heye."

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya neguher jî kir, ku şer û kuştin tu pirsgirêkekê çareser nakin.

Serokatiya navbirî tekez jî kir ku, ji bo ku hemî alî di nav aramî, tenahî û rehetiyê de bijîn, divê şer û çalakiyên çekdarî rawestin, pêkvejiyan û aştî berqerar bibin û li gorî nirxên mirovî û qanûnên navneteweyî mafên rewa yên gelên deverê û ewlehî û jiyana birûmet û dadperwerî ji bo hemiyan bên dabînkirin û selimandin.

Di çarçoveya civîna 80ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî ya li ser çareseriya dudewletiyê de, ku duhî (Duşem, 22ê Îlona 2025ê) hat lidarxistin, bi dehan serok û serkirdeyên welatan amade bûn û çend welatan jî itîraf bi dewleta Filistînê kir.

Herwesa Brîtanya, Kanada, Avusturalya û Portugalê jî pêr (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) bi awayekî fermî itîraf bi dewleta serbixwe ya Filistînê kir.

 
 
Fly Erbil Advertisment