Saziyên ziman û akademîsyen piştgiriya avakirina zankoyeke kurdî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku di Komîsyona Hevgirtin Biratî û Demokrasiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê de hat pêşniyarkirin ku Zankoyek Kurdî were avakirin, ev yek ji aliyê saziyên zimanê kurdî ve jî û ji aliyê akademîsyenan ve jî bi erênî hat pêşwazîkirin. Nûnerên saziyên parastina zimanê kurdî dikin amaje dikin ku avakirina zankoyek kurdî bo çareseriyek mayînde ya pirsa kurd dikare bibe destpêkek baş û watedar.
Di Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê de ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan ve hat xwestin ku Zankoyek kurdî were avakirin û sala 2026ê jî wek sala Ehmedê Xanê were ragihandin. Derbarê van daxwaz û pêşniyaran de saziyên ku parastina zimanê kurdî dikin jî dan zanîn ku ew piştgiriya vê daxwazê dikin û ji ber ku niha pêvajoyek dimeşe jî heke zankoyek kurdî were avakirin ev gav dikare bo çareseriya pirsa kurd bibe bingehek xurt.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Berî 15 salan jî di kongra civaka demokratik de min pêşniyarek wisa kiribû, bi ya mine ger gavek wisa were avêtin dê gelek baş be, eger em behsa aştî û demokrasiyê dikin bo vê yekê zankoyek kurdî dikare bibe gava destpêkê, ji xwe tiştek mirovî ye jî.”
Daxwaza avakirina Zankoyeke bi kurdî di nava akademîsyenan de jî bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin û akademisyen dibêjin ew hêvî dikin ku demildest di vî warî de gav werin avêtin û amade ne ku sûdê bidin pêvajoyek wisa û bal tê kêşan ku niha bingehek akademik jî bo vê xebatê amade ye.
Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zankoya Dîcle Osman Aslanoglû got: “Ji dibistanên zarokan heta zanîngehan ji bo zimanê kurdî çi were kirin em piştgirî didin û em jî dixwazin zaningehek bi kurdî were avakirin. Gelek xwendekarên me yên derçûyî û mamosteyên me jî amade ne ku di zaningeheke kurdî de cih bigirin. Çi sazî be an jî çi kesayet be em çaverê ne ku demildest vî warî de bila gavan biavêjin.”
Nûnerên Saziyên Parastina Zimanê kurdî jî û akademisyen jî di wê baweriyê de ne ku eger bo avakirina zankoyek kurdî gav were avêtin ev yek dê baweriya civakê ya bo pêvajoyê jî xurt bike û rê li ber çareseriyek mayînde jî xweştir bike.