Balyozxaneya Amerîkayê: Bihêzbûna Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê piştgiriya Amerîkayê ji bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tekez kir û piştgirî da hevdîtinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 23ê Îlona 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris kir.
Baregayê Barzanî ragihandinek parve kir û tê de got, “Di wê civînê de, ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Green jî tê de amade bûbû, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê peyama dostaniya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de tekez kir û ragihand ku, Amerîka Kurdistaneke bihêz dixwaze û bihêzbûna Kurdistanê jî di berjewendiya tenahiya Iraqê de ye.”
Li gorî wê ragihandinê, Joshua Harris tekez kir ku Amerîka piştgiriyê dide mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û piştevaniya danûstandinên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike û tekez dike ku, nabe mijara nedana mûçeyan bi mûçeyên Herêma Kurdistanê her berdewam e û divê bê çarekirin.
Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê herwesa behsa ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê enerjî û elektrîkê de, kir û ew wekî mînakek ji bo parên din ên Iraqê binav kir.
Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê jî ragihand ku, welatê wî dixwaze serweriya Iraqê bê parastin û rê li ber destwerdana di karûbarên Iraqê de bê girtin.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya helwesta Amerîkayê kir, ji bo alîkarîkirina wan ji bo gelên Iraqê û herwesa Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî di derheqa pêvajoya siyasî ya Iraqê de jî ragihand, "Mixabin, desthilatdarên Iraqê pabendî destûr û peymanan nebûn û ew yek jî bû çavkaniya pirsgirêkan.”
Tevî amajedana bi pêvajoya hilbijartinan li Iraqê, Serok Barzanî tekez jî kir ku rêya herî baş ji bo nûnerîtîkirina rastîn vegera ji bo qanûna yek-bazineyî ye, da ku dadmendî di guncana hejmara kursiyan bi rêjeya şêniyan re hebe.
Li gorî wê ragihandinê, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî mijareke din a wê civînê bû.
