Mesrûr Barzanî: Xelkê Zaxoyê hejî proje û xizmetên herî baş e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Jîngeha Zaxoyê ji ya deverên din paqijtir e.” Tekez jî kir, “Xelkê Zaxoyê hejî proje û xizmetên herî baş e."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) yekem Pêşangeha Bazirganî ya Navneteweyî li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê vekir û paştir ji rojnamevanan re axivî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Ez salvegera çarê ya damezrandina Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê li xelkê Zaxoyê û tevahiya Kurdistanê pîroz dikim. Ez pir kêfxweş im ku Zaxo gelek pêş ketiye."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, "Xelkê Zaxoyê hejî proje û xizmetên herî baş e. Em hêvî dikin ku, ew proje û bernameyên ku min dîtine dê bibin sedema wê yekê ku Zaxo pêngavên çêtir biavêje û pêşketineke mezintir tomar bike. Em ji bo vekirina vê pêşangehê destxsweşiyê lê dikin, û em hêvî dikin ku Kurdistan berdewam ber bi zêdetir pêşketinê ve pêngavan biavêje.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa kalitiya jîngeha Zaxoyê de jî amaje da, “Spas ji Xudê re, Zaxo ji deverên din paqijtir e. Em hêvî dikin ku li ser parastina jîngehê berdewam bin."

 

 

Fly Erbil Advertisment