Nêçîrvan Barzanî: Mamostayên olî roleke berçav di xurtkirina çanda pêkvejiyanê de hebûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 55ê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de pîrozbahî li serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê ya wê yekîtiyê û tevaya mamosta û zanayên olî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwesa ragihand, “Yekîtiya Zana û Mamostayên Olî çawa ku di dema şoreşê de têkoşîn kiriye û qurbanî dane, di dema azadiya de jî amadebûn û rola xwe di qebûlkirina çanda pêkvejiyan, hevpejirandin û lêborînê de heye.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Ez bîranîna 55 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi germî li serok û endamên rêzdar ên Nivîsîngeha Bicihanînê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û hemî mamosta û zanayên olî pîroz dikim, daxwaza serkeftinên berdewam ji wan re dikim.

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê çawa ku di dema şoreşê de têkoşîn kiriye û qurbanî dane, di dema azadiya de jî amadebûn û rola xwe di qebûlkirina çanda pêkvejiyan, hevpejirandin û lêborînê de heye, herwesa di şerkirin û nehêlana fikra tundrêtî û demargiriyê û pêşvebirina canê welatparêzî û aştiya civakî de dilîzin.

Em di vê bîranînê de şehîdên Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û ji canê wan ê paqij re silavan dişînin, herwesa em hemî piştgiriya xwe ji bo kar û têkoşîna Yekîtiya Zanayan ji bo misogerkirina hemî mafên mamosteyên olî tekez dikin.

Em tekez dikin ku, Herêma Kurdistanê dê heta hetayê bê cudahî welatê pêkvejiyanê ji bo hemî pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî bimîne û em dê bi hemî awayan rûbirûyî gotinên kerb û kînê û her bizaveke têkdana çanda pêkvejiyanê bibin.

 
Fly Erbil Advertisment