HSD derbarê komkujiya Dêr Hafirê de: Daxuyaniya Şamê hewla reva ji berpirsiyariyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, daxuyaniyên Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta Şamê derbarê komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê de, "berevajîkirina rastiyan û hewldaneke eşkere ya reva ji berpirsiyariyê ye" û nikare rastiya li ser erdê biguherîne.

Di daxuyaniyekê de, HSDê îdiayên Wezareta Berevaniyê weke "çîrokeke derewîn" binav kir û destnîşan kir ku ev yek tevliheviya wezaretê ya ji bo nixumandina sûcên komên xwe yên çekdar nîşan dide. HSDê got: "Ev ne tenê propagandaya medyayî ye, lê sivikatîkirina bi jiyana Sûriyan û mafên qurbaniyan e."

"7 Sivîl Şehîd Bûn, di nav de Zarok Hebûn"

Li gorî daxuyaniyê, şeva borî 20ê Îlonê, hêzên hikûmeta Şamê bi topan êrîşî gundê Um Tîna kirine. Di encama topbaranê de, 7 welatiyên sivîl şehîd bûne û 4 jî birîndar bûne.

HSDê tekez kir, di nav şehîdan de zarokên yek û çar salî û jinên temenmezin hene û got: "Me nav û temenên wan li ber çavên herkesî weşandin. Wezareta Berevaniyê du caran beşdarî sûcê dibe; carekê bi avêtina topan û cara din jî bi rev û înkarkirina sûcê."

Banga Kontrolkirina "Komên Beredayî"

Di dawiya daxuyaniya xwe de, HSDê hikûmeta Şamê weke berpirsê sereke yê komkujiyê destnîşan kir û bang lê kir ku "komên xwe yên beredayî kontrol bike û tev li pêvajoyeke aştiyane bibe ku jiyana Sûriyan di ser hesabên siyasî û leşkerî re digire."

Ev daxuyaniya HSDê piştî wê tê, Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, bi rêya ajansa fermî SANAyê, daxuyaniya pêştir a HSDê red kirbû û ragihand:

"Roja Şemiyê di saet 18:20an de, hêzên HSDê bi hawanan êrîşî gundên (Til Ma'iz, Else, El-Kiyariyê) yên li gundewarê rojhilatê Helebê kirin. Di dema topbarana wan a li ser gundên derveyî kontrola wan de, hêzên me dîtin ku yek ji roketavêjên HSDê mûşekan ber bi gundê Um Tîna yê di bin kontrola wan de ye, avêtin. Sedemên vê yekê ne diyar in. Em bi tundî wan îdiayên ku medyaya ser bi wan ve belav dike, yên derbarê ku Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşî gundê Um Tîna kiriye, red dikin û em tekez dikin ku aliyê ku êrîşî gund kiriye, hêzên HSDê bi xwe ne."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment