Mesrûr Barzanî: Kornîşa Zaxoyê bi asteke pêşketî hatiye avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlonê, hevdem ligel salvegera ragihandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, qonaxa duyem a Kornîşa Zaxoyê vekir. Serokwezîr di peyameke xwe de pîrozbahî li xelkê Zaxoyê kir û proje weke projeyeke stratejîk bi nav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya 'X' nivîsî: "Di salvegera ragihandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, min serdana qonaxa duyem a Kornîşa Zaxoyê kir."
Serokwezîr herwiha diyar kir, Kornîşa Zaxoyê "projeyeke stratejîk a geştyariyê ye û bi asteke pêşketî hatiye avakirin." Di dawiya peyama xwe de, Mesrûr Barzanî bi boneya salvegerê pîrozbahî li xelkê Zaxoyê kir.
Taybetmendiyên Projeyê
Nirxê qonaxa duyem a projeya Kornîşa Zaxoyê zêdetirî 6 milyar dînaran e û dirêjahiya wê nêzîkî sê kîlometreyan e. Proje bi awayekî modern hatiye sêwirandin û gelek taybetmendiyên girîng di xwe de dihewîne:
- Zêdetirî %50ê rûberê qonaxa duyem ji bo qadên kesk û şînatiyê hatiye veqetandin.
- Rêya peyadeyan bi firehiya 8 metreyan li her aliyekî hatiye çêkirin.
- Di nav projeyê de xwaringeh, kafeterya û keştiyên geştyarî jî hene.
Kornîşa Zaxoyê, weke yek ji projeyên herî ciwan û balkêş ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tê dîtin, ku bi berdewamî welatiyên ji deverên cuda yên Kurdistanê û geştyar serdana wê dikin.