Ozgur Ozel dîsa weke Serokê CHPê hate hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ozgur Ozel, di 22emîn Kongreya Awarte ya Partiya Gel a Komarî (CHP) de, weke berbijarê tekane bi wergirtina tevahiya 835 dengên derbasdar, careke din weke Serokê Giştî hate hilbijartin. 

Kongreya 22yemîn a Awarte ya CHPê, îro 21ê Îlona 2025an, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Yenîmahalle ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de, ji 1127 delegeyên tomarkirî, 917 kesan dengê xwe bikar anîn. Ji van dengan 835 weke derbasdar û 82 jî weke betal hatin hejmartin. Ozgur Ozel bi wergirtina hemû dengên derbasdar, careke din bû serokê giştî.

"Ji otokrasiya hilbijartî ber bi dîktatoriyeke bê hilbijartin ve diçin"

Ozgur Ozel di axaftina xwe de bi zimanekî tund desthilata AK Partiyê rexne kir û got: "Ew 47 rojan jî sebir nekirin ji bo rêzê li demokrasiyê bigirin, rêza ku me 47 salan jê re girt."

Ozel desthilat weke "pîr, westiyayî û 23 sal in ji bo vî welatî ne baş e" bi nav kir û wiha domand: "Ew ji otokrasiya hilbijartî ber bi dîktatoriyeke bê hilbijartin ve diçin. Sîstema ku hatiye avakirin, ne sîstema gel e, lê sîstema reş a AK Partiyê ye. Ev sîstem ji bo rehetî û berjewendiyên yek kesî û derdora wî hatiye avakirin."

"Siyaseteke Trump-navendî dimeşîne"

Serokê CHPê herwiha rexne li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan girt û got: "Dengên wî kêm dibin, li şûna ku xwe bispêre gel, xwe dispêre Trump. Siyaseteke ne gel-navendî, lê Trump-navendî dimeşîne."

"Welatîbûna Wekhev di bin gefê de ye"

Ozel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina prensîba welatîbûna wekhev û wiha got: "Heger hûn bi siyasetmedarekî bihêz ê AK Partiyê re bibin dozger, gelo hûn bawer dikin ku hûn ê li ber deriyê dadgehê bigihîjin dadmendiyê? Heger hûn bi xizmekî torpîlkirî yê kesekî ji AK Partiyê re bikevin mulakatê, hûn bawer dikin ku hûn ê bi ser bikevin? Ya ku îro li Tirkiyeyê di bin gefê de ye, welatîbûna wekhev e."

 
 
Fly Erbil Advertisment