Şêwekarê Efrînî Yûsif Bekir li Awistiryayê bi Xelata Rûmetê hat xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekarê Kurd ê ji Efrînê Yûsif Bekir di 19emîn Festîvala Navneteweyî ya Hunerê ya bi navê "Atolyeya li ser Dunayê" (Atelier an der Donau) de li Awistiryayê, Xelata Rûmetê wergirt.
Festîval, ku ji nêzîkî 20 salan ve tê lidarxistin û heta niha mêvandariya zêdetirî 300 hunermendên ji seranserê cîhanê kiriye, îsal di navbera 3 û 14ê Îlonê de pêk hat. Di çarçoveya festîvalê de, 15 şêwekar ji bo 10 rojan bi hev re xebitîn û berhemên xwe afirandin.
Piştre, ev berhem di pêşangehekê de ji bo temaşevanan hatin pêşandan û ji aliyê komîteyeke pispor ve hatin nirxandin, ku di encamê de Yûsif Bekir hêjayî Xelata Rûmetê hate dîtin.
Yûsif Bekir ji Kurdistan24 re ragihand, ev yekem beşdariya wî di vê festîvala li Austiryayê de bû û got: "Di festîvalê de 15 şêwekar beşdar bûn. Me ji bo 10 rojan xebatên xwe yên hunerî amade kirin. Piştre berhemên me di pêşangehekê de hatin nîşandan û piştî nirxandina Komîteya Festîval, ez bi Xelata Rûmetê hatim xelatkirin."
Yûsif Bekir kî ye?
Yûsif Bekir di sala 1971ê de li bajarê Efrînê ji dayik bûye. Di 13 saliya xwe de, bi malbata xwe re li Helebê bicih bû, piştre li Navenda Hunerên Şêwekariyê ya Fethî Mihemed xwend.
Di 17 saliya xwe de, xelata baştirîn peykersaziyê di pêşbirka Muzexaneya Niştimanî ya Helebê de wergirt. Piştre li Zanîngeha Şamê, Fakulteya Hunerên Ciwan xwendina xwe domand.
Şêwekar Yûsif Bekir di nîvêna salên 90î yên sedsala borî de, ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Parîsê, piştre jî li Almanyayê bi cih bû û niha li bajarê Kolnê dijî.