Nûrî Malikî li dijî paşxistina hilbijartinan haydariyê dide

Nûrî Malikî
Nûrî Malikî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li dijî ihtîmala paşxistina hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê haydarî da. Herwesa got, “Sindoqên dengdanê deriyan li ber dîktatorî, nijadperestî û mezhebîtiyê digirin.” Amaje jî da, “Dengên dengderan dê biryarê bidin ka hikûmeta heyî li ser desthilatdariyê bimîne an bê guhertin.”

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî di gotarekê de li nav konferansa "Ciwan û Hilbijartin"ê ragihand, "Pêşveçûna welatî ji bo Iraqeke bihêz û ava pêdivîtî bi nûbûn û mezinbûnê heye. Nûbûn di cîhana ciwanan de bingeh e, ku divê her kes qebûl bike.”

Malikî herwesa got, "Hilbijartin yek ji mekanîzmên nûbûn, pêşkeftin û demokrasiyê ye, û pêvajoya siyasî jî bêyî hilbijartin bêmana ye." Tekez jî kir, "Me bi hêz û partiyên din ên siyasî re israr kiriye ku, hilbijartin di wextê xwe yê diyarkirî de bên kirin.”

Navbirî ron jî kir, "Hilbijartin ew derî ye yê ku hikûmet û parlamento pê tên avakirin, pêvajoya derxistina qanûnan ji bo rêkxistina pêvajoya siyasî û civakî dest pê dike." Amaje jî da, "Di destûrê de tu tiştek bi navê hikûmeta awarte an çavdêrî tune ye.”

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê hişyarî jî da û got, "Divê her kes wê xetera mezin hîs bike, ger hilbijartin di wextê xwe de neyên kirin." Herwesa tekez li ser girîngiya hilbijartina wan kesan jî kir ên ku hêjayî nûnerîtîkirina gel in.”

Malikî herwesa ragihand, "Bi rêya hilbijartinan, em dê deriyan li ber dîktatorî, nijadperestî û mezhebîtiyê ji bo wergirtina desthilatdarî û dezgehên dewletê bigirin.”

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja 09.04.2025ê ragihandibû ku, Encûmena Wezîrên Iraqê bi yekdengî roja 11.11.2025ê wekî roja hilbijartinên Encûmena Nnûerên Iraqê destnîşan kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment