Mesrûr Barzanî: Jin li dezgehên PDKê û Herêma Kurdistanê roleke berçav dilîzin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya xwe bi tevahî ji bo zêdetir xurtkirina rola jinan, pêşvebirin û bikarxistina şiyanên wan nîşan da. Herwesa tekez kir ku, jin di dezgehên PDKê û Herêma Kurdistanê de roleke berçav û çalak dilîzin.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) bi jinên Komîteya Navendî û Lijneya Konferansa Yekê ya Afretên Kurdistanê re civiya.
Di wê civînê de, encamên bicîhanîna pêşniyarên wê konferansê û xebat û projeyan ji bo zêdetir pêşvebirina şiyanên jinan li nav PDKê hatin nîqaşkirin.
Mesrûr Barzanî di wê civînê de ragihand, “Em dilxweş in ku, îro jin di dezgehên PDKê û Herêma Kurdistanê de roleke berçav û çalak dilîzin.
Cîgirê Serokê PDKê herwesa piştgiriya xwe bi tevahî ji bo zêdetir xurtkirina rola jinan, pêşvebirin û bikarxistina şiyanên wan, peydakirina derfetên wekhev û zêdekirina rêje û asta tevlîbûna wan di warên cuda cuda yên birêvebirin û têkoşîna li dijî her cudakariyekê de tekez kir.