Pêşewa Hewramanî: Sibe 120 milyar dînar li hesabê Wezareta Darayî ya Federal tên zêdekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da, “Em dixwazin ev lihevkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de destpêkeke baş be.” Herwesa got, “Di kabîneya nehê de gelek proje hatine bicîhanîn.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Sibe (Pêncşem) 120 milyar dînar ji dahata negirêdayî petrolê dê li hesabê Wezareta Darayî ya Federal bên zêdekirin.” Herwesa got, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bi belge tevlî civînên bi Şanda Hikûmeta Iraqê re bûye.”
Pêşewa Hewramanî amaje jî da, "Em dixwazin ev lihevkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de destpêkeke baş be.” Herwesa got, “Çi pirsgirêkek di hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de nemaye.” Tekez jî kir, “Di projeya budçeya qanûnî ya sala 2026ê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê daxwaza budceyê bike ne mûçeyan."
Navbirî eşkere jî kir, “Lîsta mûçeyên mehên din amade ye. Em dixwazin ku ew bi zûtirîn dem bê belavkirin. Ger hikûmeta Iraqê pabendî biryara xwe bibe, ti mûçe winda nabin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, “Dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê zelal e, di kabîneya nehê de gelek proje hatine bicîhanîn, ku ne gengaz bû hatiban bicîhanîn. Ew hemî jî li ser dahata navxweyî hatine bicîhanîn."
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê jî her îro di ragihandinekê de amaje da, “Tê payîn ku bicîhanîna wê peymana sêalî êdî di şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de tenahî peyda bibe û êdî fermanberên Herêma Kurdistanê ji wergirtina mûçeyên xwe di wextê xwe de bêpar nemînin, wekî karmendên fermanberên deverên din ên Iraqê.
