Brîtanyayê bi awayekî fermî navê 'Axa Dagirkirî ya Filistînê' guhert

Navenda Nûçeyan (K24) - Brîtanyayê bi awayekî fermî itîraf bi dewleta Filistînê kir û navê wê ji "Axa Dagirkirî ya Filistînê" bo “Filistîn”ê guhert.

Hikûmeta Brîtanyayê ji bo cara yekê navê dewleta Filistînê di nexşeyên xwe yên fermî de li ser hemî platformên xwe yên serhêl guhert û navê "Axa Dagirkirî ya Filistînê" bo "Filistîn" guhert.

Ev pêngav jî piştî ragihandina fermî ya nasandina dewleta Filistînê ji hêla Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ve hat avêtin, ku bi itîrafkirinên wekhev ên Kanada û Avusturalyayê re hevdem bû.

Rojnameya Telegrafê ya Brîtanyayî ragihand, “Di encama van itîrafan de, gelek rûpelên Wezareta Derve navê "Axa Dagirkirî ya Filistînê" ji bo "Filistîn"ê tenê guhertiye. Ew guhertin wan rûpelên ku şîretên rêwîtiyê ji bo Îsraîl û Filistînê pêşkêş dikin û herwesa lîsta Nivîsîngehên Wezareta Derve yên li derveyî welatî û nexşeyê deverê jî vedigirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer duhî (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, "Li beranberî xeterên ku li Rojhilata Navîn zêde dibin, em dixebitin ku îhtîmala aştî û çareseriya dudewletiyê biparêzin." Tekez jî kir, "Hemas nikare di tu dewleteke Filistînê de tu paşerojek hebe, ne di hikûmetê de û ne jî di ewlehiyê de dê tu rolek hebe."

Brîtanya piştî Kanada û Avusturalyayê bû welatê sêyê ya G7ê ku itîrafê bi dewleta Filistînê bike. Ev jî rojekê berî konferansekê tê, ku biryar e îro (Duşem, 22ê Îlona 2025ê) li kêleka civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bi serokatiya Erebistana Siûdî û Fransayê bê lidarxistin, herwesa tê çaverêkirin ku çend welatên din jî bi pêşengiya Fransayê itîrafkkirina xwe bi dewleta Filistînê rabigihînin.

Ji bo cara yekê Filistîn li ser nexşeya Hikûmeta Brîtanyayê diyar bû

 

 
Fly Erbil Advertisment