Di 24 saetan de lihevkirina sêalî ya hinardekirina petrolê tê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê û şîrketên hilberînerên petrolê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kir û biryar e ku, di dema 24 saetan de bi awayekî fermî ew lihevkirin bê ragihandin û di demeke nêzîk de dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin.
Çavkaniyeke haydarî wê lihevkirina sêalî taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîsarên fermî li ser wê lihevkirinê razî bûne û niha ji bilî ragihandina wê lihevkirinê, di navbera her du wezaretan û şîrketên hilberînerên petrolê de ti pirsgirêkên qanûnî û teknîkî nemane.”
Her li gorî wê çavkaniyê, piştî ragihandina wê lihevkirinê, hinardekirina petrolê dê di demeke nêzîk de bê destpêkirin. Ev jî di demekê de ye ku, şandeke teknîkî ya Petrola Bakurê ku girêdayî Wezareta Petrolê ya Iraqê ye ji bo amadekariyên destpêkirina hinardekirina petrolê niha li Hewlêrê ye.
Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, li Wezareta Petrolê ya Iraqê lidûçûn ji bo serdana îro ya şanda wê ji bo Hewlêrê hatiye kirin. Şanda Şîrketa Petrola Bakurê nûnertiya Wezareta Petrolê ya Iraqê dike û ji bo temamkirina rêkarên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê desthilata tevahî wergirtiye.
Li gorî haydariyan, biryar e ew petrola ku ji şîrketa SOMO re tê şandin bi rêya Şîrketa Petrola Bakurê ji bo Benderê Ceyhanê bê hinardekirin, ji ber vê yekê jî şanda teknîkî ya wê şîrketê li Hewlêrê ye da ku rêkarên dawiyê temam bike.