Nêzîkî 50 malbatên taxa Derwazeyê ya Kerkûkê bê av mane

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend welatiyên taxa Derwazeyê ya bajarê Kerkukê ji Kurdistan24 re ragihand ku, ev çend meh in ava wan tune ye û ew avê bi tankeran dikirin an jî ji deverên din tînin. Ew sedema wê yekê jî ji bo xemsariya Hikûmeta Iraqê vedigerînin.
Şêniyekî taxa Derwazeyê ya bajarê Kerkukê îro (Duşem, 22ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, "Em nêzîkî 60 malan in, ava me tune ye. Me serdana çend rêveberiyên hikûmetê jî kiriye, lê ew li dû pirsgirêka me nehatine."
Welatiyekî din jî got, “Rêveberiya Avê ya Kerkukê soz daye me ku qaşo li roja Pêncşemê pirsgirêka me çareser bike, lê em nizanin ka ew rast dibêjin an tenê me bêdeng dikin.”
Welatiyekî din jî amaje da, “Bêavî pir dijwar e, tevî wê yekê jî dema ku em peywendiyê bi Rêveberiya Avê ya Kerkukê dikin, tu pirsgirêkên me yên avê namînin, lê piştî du rojan em dîsa tûşî wê pirsgirêkê dibin.”
Wî welatî tekez jî kir, “Em nikarin her tim telefonan bikin û bibêjin ku ava me tune ye, an jî medyayê haydar bikin û wê hingê av bê berdan. Ew sozê jî didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, lê tu tiştek ne diyar e.”