HSD: Ji piştî ketina rejîma Esed ve DAIŞê 153 êrîş kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, xeteriyên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Amaje jî da ku, ji piştî ketina rejîma Beşar Esed ve berdewam çalakiyên çekdarî dikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ragihandinekê de eşkere kir, "Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê li sala 2011ê ve, DAIŞê ji rewşa wî welatî feyde wergirtiye da ku hebûna xwe biselimîne û xeteriyê li ser gelan çê bike, di dû re jî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî re şer kiriye û ji deverên Kobanî, Reqe û Baxozê hatiye derxistin.”

Di wê ragihandinê de hatiye, "Ji piştî hilweşîna rejîma Esed li roja 08.12.2024ê ve, şaneyên DAIŞê 153 êrîş kirine Rojavayê Kurdistanê, ku ev jî amajeyê dide bizavên wê ji bo ji nû ve rêxistinkirina rêzên wê û berfirehkirina êrîşên wê."

HSDê eşkere jî kir, “Di dema 10 mehên borî de, hêzên me bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî 70 operasyonên leşkerî û ewlehiyê kirine, ku di nav de sê pişkinînên berfireh jî hene. Di encamê de 95 çekdar hatine girtin, ku sê ji wan jî serokên wê komê bûn. Herwesa şeş çeteyên DAIŞê jî hatine kuştin, ku du seerkirde jî di nav wan de bûn, ji bilî ku gelek çek, teqemenî û belgename jî hatine bindestkirin.”

Wê ragihandinê amaje jî da, "Di êrîşên wê rêkxistinê de 30 şervanên HSDê hatine kuştin û 12 şervanên din jî birîndar bûn, tevî şeş sivîlan." Tekez jî kir, “Ew xeteriya ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye çêkirin hîn jî bi dawî nebûye û berdewam jî gefên navxweyî û navneteweyî çê dike.”

 
Fly Erbil Advertisment