Nêçîrvan Barzanî û Muhsîn Mendelawî tekezî li ser çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 22ê Îlonê pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Muhsîn Mendelawî û şandeke pê re kir. Şand ji Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran û çend endamên Encûmenê pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, proseya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûneran ên paşerojê, kar û bernameyên Encûmena Nûneran, peywendiyên Hewlêr – Bexda û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, bi taybetî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda li ser bingeha destûr û lihevkirinan kirin ku ev yek di berjewendiya aramiya welat û pêşketina wê de ye.

Di heman çarçoveyê de, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hemû kesayetî û aliyên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan kar dikin, kir. Herwiha wî piştgiriya xwe ji bo hewl û lihevhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de dubare kir.

Her du alî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Encûmena Nûneran ên paşerojê li hev kirin û behsa amadekariyên wan kirin. Di vê derbarê de, her du aliyan geşkirina proseya demokrasiyê ji bo parastina aramî û ewlehiya li welat wekî pêwîst û girîng dane zanîn.

Girîngiya karê hevbeş û hevkariya di navbera pêkhat û aliyên siyasî yên welat û çend pirsgirêkên din ên girîng ên hevbeş, babeteke din a civînê bû.

 

 

 
Fly Erbil Advertisment