Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê: Herêma Kurdistanê hevbeşeke me ya stratejîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Îlonê, pêşwazî li Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris kir.

Li gor daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Wendy Green jî amade bû, her du aliyan li ser guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê, û herwiha pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, nêrînên xwe bi hev guhartin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pîrozbahiya destbikarbûnê li Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast û tekezî li ser girîngiya bihêztirkirina pêwendiyên dualî kir.

Ji aliyê xwe ve, Joshua Harris amaje bi pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê wek hevbeşeke stratejîk a Amerîkayê li herêmê kir û piştevaniya welatê xwe ji bo bihêztirkirina pêwendiyan li gel Herêma Kurdistanê di warên cuda de dubare kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku divê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de ji nû ve dest pê bike û hikûmeta federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne."

 
Fly Erbil Advertisment