Kurdistan24 naveroka civîna Encûmena Wezîrên Iraqê eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê naveroka civîna Encûmena Wezîrên Iraqê eşkere kir, ku tê de Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî hatiye erkdarkirin ku dest bi rêkarên şandina mûçeyên Tîrmehê yên fermanberên Herêma Kurdistanê bike. Herwesa di wê civînê de daxwaz hatiye kirin ku, şîrketên veberhênana petrolê bi zûtirîn dem dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Sêşem, 23ê Îlona 2025ê) got, “Encûmena Wezîrên Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û bi piraniya dengan di wê civînê de peymana sêalî ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û şîrketên veberhênana petrolê li Herêma Kurdistanê de pejirand û daxwaz ji şîrketên veberhênana petrolê kir ku, bi zûtirîn dem dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin.”
Dîlan Barzan eşkere jî kir, “Tenê şîrketa DNOyê ya Norwêcî li ser wê peymanê razî nebûye, lewma Encûmena Wezîrên Iraqê biryar daye ku ew 60 heta 70 hezar bermîlên petrola ku ji hêla şîrketan ve hatiye veberhênan ji bo pêdivîtiyên navxweyî bên bikaranîn, lê divê şîrketên din ên veberhênana petrolê bi zûtirîn dem dest bi hinardekirinê petrola Herêma Kurdistanê bikin.”
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, Encûmena Wezîrên Iraqê li ser mijara dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê jî biryar daye ku, ew komîteya ji bo wê pirsê hatiye çêkirin rêkarên hunerî ji bo şandina mûçeyên meha Tîrmehê yên fermanberên Herêma Kurdistanê jî temam bike. Encûmena Wezîrên Iraqê şertek danaye, ew jî şandina 120 milyar dînaran ji dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê ji bo Wezareta Darayî ya Iraqê ye.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê amaje jî da, “Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî erkdar kir ku, dest bi rêkarên şandina mûçeyên Tîrmehê yên fermanberên Herêma Kurdistanê bike.”