Şiwan Kelarî: Bingeheke baş bo peymanên Hewlêr û Bexdayê hatiye danan

Şiwan Kelarî
Şiwan Kelarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Encûmena Nûnerên Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê got ku, tu pirsgirêkek ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nemaye. Amaje jî da ku, Serokwezîrê Iraqê ferman daye Wezîrê Petrolê yê Iraqê ku lezê di hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de bikin.

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Şivan Kelarî îro (Sêşem, 23ê Îlona 2025ê) tevlî bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê bû û tê de ragihand, “Bingeheke baş ji bo peymanên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatiye danan.”

Şivan Kelarî herwesa got, “Piştî hinardekirina petrolê, mûçeyên mehên din jî dê bên şandin, xala girîng ji bo şandina mûçeyan û hinardekirina petrolê ye. Serokwezîrê Iraqê ferman daye Wezîrê Petrolê yê Iraqê ku, bi lez dest bi wê pêvajoyê bikin.”

Navbirî amaje jî da, "Tu pirsgirêkek ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nemaye, Wezîrê Petrolê yê Iraqê îro wesa gotiye. Herwesa fikira me ew e ku, mûçeyên meha Tebaxê bi lez bên şandin da ku bi hatina mûçeyên fermanberên Iraqê re bê hevdemkirin."

Wî endamê Encûmena Nûnerên Iraqê eşkere jî kir, “Hinardekirina petrolê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê garantî dike. Wezîr û endamên Encûmena Nûnerên Iraqê yên Kurd gelek zext xistiye ser Sûdanî, da ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin.”

Şivan Kelarî amaje jî da, “Hikûmeta Iraqê gihîştiye wê encamê ku, divê ew pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike û Herêma Kurdistanê hemî daxwaz qebûl kirine, da ku fermanberên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe werbigirin.”

 
Fly Erbil Advertisment