Li Bexdayê du tometbar bi kuştina Ekber Hacî Rustem hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tenê du roj piştî kuştina kesayetiyê diyar ê Germiyanê Ekber Hacî Rustem, îro Çarşemê, 24ê Îlona 2025an, du tometbarên bi eslê xwe Ereb li ser vê tawanê hatin girtin.
Cimhur Hacî Rustem, birayê Ekber Hacî Rustem, ragihand ku kujerê sereke û hevkarekî wî dema ku hewl didan ji Iraqê birevin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
Cimhur Hacî Rustem hûrgiliyên bûyerê ji Kurdistan24 re eşkere kir û got: "Du kes bi motorsîkletê çavdêriya Ekber Hacî Rustem kirine. Kujerê sereke navê wî 'Ezîz Ebdulhuseyn Berxume' ye û bi eslê xwe Ereb e, berê jî li herêmê kar dikir."
Herwiha got: "Kujer di dema ku Ekber Hacî Rustem benzîn davêt otomobîla xwe çavdêrî kiriye. Dema dîtiye ku çekê wî pê nîne, beriya Ekber çûye cihê bûyerê. Piştre bi sê guleyan Ekber Hacî Rustem kuştiye û otomobîl û mobîla wî biriye û reviye."
Li gor gotinên birayê wî, kujer piştî ku otomobîl dizî, berê xwe daye herêma "12 Îmam", ji wir çûye "Serçem" û bi rêya valahiyeke ewlehiyê derbasî navçeya Cebareyê bûye û ji wir jî gihîştiye Bexdayê. Cimhur Hacî Rustem da zanîn: "Li gor zanyariyan, wî duh otomobîl firotiye, pasaporta xwe amade kiriye û çûye firokexaneya Bexdayê da ku ji Iraqê derkeve."
Lê plana wî ser negirt û hêzên ewlehiyê karîn kujer û hevalê wî di nav firokexaneyê de bigirin.
Şeva 22ê Îlonê, kesayetiyê civakî yê Kifrî û devera Germiyanê û kadroyê diyar ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ekber Hacî Rustem, li gundê Omerbil di nav baxê xwe de hatibû kuştin. Piştî bûyerê birazayê wî Mesûd Heyder ragihandibû ku otomobîla wî jî hatiye dizîn.