ŞAK daxwaza hilweşandina biryara nû ya derbarê mal û xanûberan li Efrînê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şepêla Azadî ya Kurdistanî bi tundî biryara nû ya Rêveberiya Herêma Efrînê ya derbarê mekanîzmaya vegerandina xanûberan (hejmar 6/2025) de rexne kir û ragihand, ev biryar "desthilata dadwerî binpê dike, li dijî yasayê ye û bi awayekî eşkere alîgiriyê dike."
Biryara ku di 18ê Îlonê de hatibû weşandin, ji xwediyên resen ên mal û milkan dixwaze ku ji bo vegerandina milkên xwe, belgeyên xwedîtiyê bi rêya parêzerên destnîşankirî radestî "Komîteya Aborî" bikin.
"Biryar li Dijî Yasayê ye"
Şepêla Azadî ya Kurdistanî îro 24ê Îlonê, daxuyaniyek belav kir û tê de tekez ku ev biryar bi çend awayan li dijî yasayên Sûriyê û prensîbên dadmendiyê ye:
- Binpêkirina Desthilata Dadwerî: Li gor yasayên Sûriyê, tenê dadgeh dikarin pirsgirêkên xanûberan û vegerandina milkan çareser bikin. Dayîna vê desthilatê ji komîteyeke aborî re, binpêkirineke eşkere ya serweriya yasayê ye.
- Ferzkirina Parêzerên Diyarkirî: Biryar xwediyên milkan neçar dike ku tenê bi parêzerên destnîşankirî re kar bikin, ku ev yek mafê hilbijartina azad a parêzeran ji holê radike.
- Nebûna Rêya Îtirazê: Di biryarê de ti rêyeke dadwerî ji bo îtirazkirin an nerazîbûnê nehatiye diyarkirin, ku ev yek mafê parastinê lawaz dike.
"Bikaranîna Desthilatê li Dijî Sîvîlan"
Xaleke din a ku di daxuyaniyê de bi tundî tê rexnekirin, "alîgiriya eşkere" ya komîteyê ye. Tê gotin ku Komîteya Aborî tenê ji xwediyên resen ên milkan belgeyan dixwaze, lê ji kesên ku bi neyasayî di wan malan de rûdinên (hawirdeyan), ti belgeyên wek girêbesta kirê an xwedîtiyê naxwaze. Şepêla Azadî vê yekê wek "bikaranîna desthilatê ya li dijî sîvîlan" binav dike.
Daxwaza Hilweşandinê
Ji ber van sedeman, Şepêla Azadî ya Kurdistanê daxwazên xwe wiha anîn ziman:
- Betalkirina biryara hejmar 6/2025.
- Nehiştina karê Komîteya Aborî di vê mijarê de.
- Vegera desthilata çareserkirina pirsgirêkên milkan tenê ji bo dadgehên herêmî yên Efrînê.
Di dawiya daxuyaniyê de, Şepêla Azadî peyameke zelal dide: "Ji bo ku her kes bigihîje mafê xwe û kar bi awayekî rast û eşkere bê kirin, divê biryarên derbarê mal û milkan de tenê ji aliyê dadgehan ve bên dayîn, ne ji aliyê komên çekdar an komîteyên ku li gor yasayê kar nakin."