Numan Kurtulmuş: Komisyon derbasî qonaxa amadekirina reformên yasayî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmu ragihand, prosesa guhdarîkirina aliyan nêzîkî dawîbûnê ye û komîsyon dê meha bê dest bi amadekirina pêşniyarên ji bo reformên yasayî bike.
Kurtulmuş îro di civîna 12emîn a Komîsyona Aştiyê de diyar kir: "Di yazdeh civînên borî yên komîsyonê de karên gelek girîng û berhemdar hatin kirin. Êdî em gav bi gav nêzîkî dawiya prosesa guhdarîkirina aliyan dibin û meha bê em ê bi fermî derbasî karê bingehîn ê komîsyonê bibin. Em ê ji bo reform û sererastkirinên yasayî amadekariyan bikin. Piştre, ew pêşniyarên ku di komîsyonê de tên amadekirin, em ê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bikin."
Serokê Parlamentoyê herwiha tekezî li ser girîngiya prosesê kir û hêviyên xwe anî ziman: "Wekî ku me plan kiriye, em di prosesê de gavan diavêjin. Eger em di encama karên xwe de bigihîjin armancên xwe, dê Tirkiye di warê demokrasî û siyasetê de qonaxeke gelek girîng derbas bike. Em hêvî dikin ku di demeke herî nêz de bigihîjin armancên xwe."
Komîsyona Hevgirtin Biratî û Demokrasî yê Parlamentoya Tirkiyê îro 24ê Îlonê, 12emîn civîna xwe encam dide. Di rûniştina yekem de, dê li nûnerên Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), Lêkolînên Rawest, Navenda Xebatên Kurd (KSC) û Weqfa Ekopolîtîk Çand, Perwerde û Lêkolînê (EKEAV) were guhdarîkirin.
Di rûniştina duyemîn de jî dê li nûnerên Enstîtûya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) were guhdarîkirin.