Li Dêr Hafirê şervanekî HSDê hat kuştin û 4 zarok birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro 24ê Îlonê, bi daxuyaniyekê ragihand, di encama êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Şamê de, şervanekî wan li herêma Dêr Hafirê hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina ya HSDê, komên girêdayî hikûmeta Şamê duh 23ê Îlonê bi du dronên xwekuj êrîşî xaleke HSD'ê ya li Dêr Hafirê kirine.
Diyar kir jî, piştre jî malên welatiyan bi awayekî bêserûber hatine topbarankirin û di encamê de 2 şervan birîndar bûbûn. Yek ji wan şervanên birîndar ji ber giraniya birîna xwe îro canê xwe jidest daye.
Navenda Ragihandina ya HSDê da zanîn jî, heman rojê, gundê Zubeyde jî hatibû topbarankirin û di encamê de 4 zarok birîndar bûbûn.
HSD'ê herwiha bal kişand ser komkujiyekê ku şeva (20ê Îlonê) li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê pêk hatibû ku di wê êrîşê de, 8 welatiyên sivîl ku 2 ji wan zarok bûn, şehîd bûbûn û 3 kesên din jî birîndar bûbûn.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, HSD'ê ev êrîşên dubare û hovane wek "nîşaneya rageşiya leşkerî" binav kir û got: "Ev êrîş îsrara çekdarên Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ya ji bo derxistina aloziyan û hedefgirtina welatiyan nîşan dide."
Li gor HSD'ê, armanca van êrîşan ew e ku "tevlihevî û tirsê bixin nava welatiyan, wan bidin koçberkirin û peymanên ku bi rêveberiya Şamê re hatine kirin, binpê bikin."