Hewramanî: Hinardekirina petrolê di nava 48 saetên bê de çareser dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, pirsgirêka hinardekirina petrolê dê di nava 48 saetên bê de çareser bibe û Wezareta Darayî amade ye ku yekser piştî gihîştina pereyan dest bi belavkirina mûçeyê meha Tîrmehê bike.
Hewramanî îro 24ê Îlona 2025an, piştî civîna Encûmena Wezîran a bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di konferanseke rojnamevanî de hûrgiliyên herî girîng ên peymana bi Bexdayê re û rewşa mûçeyan eşkere kir û da zanîn, hikûmetê gavên pêwîst ji bo cîbicîkirina peymanê avêtine.
Hinardekirina Petrolê
Derbarê mijara petrolê de, Hewramanî got: "Şiyana hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê gihîştiye 234 hezar bermîl di rojekê de. Beşê ku ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêmê pêwîst e dê were girtin û ya mayî dê radestî kompanyaya SOMO'yê were kirin da ku bê hinardekirin."
Herwiha amaje bi wê kir ku "hin têbîniyên yek-du kompanyayan hebûn, lê ev yek nebûye pirsgirêk li ber hinardekirina petrolê." Hewramanî bi awayekî zelal ragihand: "Em bawer dikin ku di nava 48 saetên bê de pirsgirêka hinardekirina petrolê dê çareser bibe."
Li gorî Berdevkê Hikûmetê, peymana sêalî ya taybet bi ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê, ji bo dema sê mehan e, heta ku budceya bê ya Iraqê were pesendkirin.
herwiha Hewramanî got: "Pirsa ji nû ve hinardekirina petrolê bi şandina mûçeyan ve hatibû girêdan. Her tim dihat gotin ku 'Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne amade ye, Hikûmeta Herêmê astengiyan çêdike, pirsgirêkan çêdike'; lê gelek zelal e ku Hikûmeta Herêmê ji destpêkê ve, ji serîhildana van pirsgirêkan ve, niyeta wê ya çareseriyê hebûye û xwestiye ku pirsgirêkan li gel hikûmeta federal li gorî destûr û yasayê çareser bike."
Hewramanî tekezî kir: "Em ê pabendî hemû erkên ku dikevin ser milê me bin. Em ê maf û şayisteyên xelkê Herêma Kurdistanê yên ku di destûr û yasayên Iraqê de hatine destnîşankirin, daxwaz bikin û dev ji wan bernadin."
120 Milyar Dînar Ji Bo Mûçeyan
Ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan, Berdevkê Hikûmetê da zanîn ku Herêma Kurdistanê dê pabendbûna xwe nîşan bide û got: "Em razî ne ku 120 milyar dînar ji dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê bixin ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Iraqê, da ku Wezareta Darayî ya Federal jî mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê xerc bike."
Mûçeyên Tîrmeh û Tebaxê
Pêşewa Hewramanî mizgînî da fermanberan û tekez kir: "Wezareta Darayî û Aboriyê hemû amadekariyên xwe kiriye û hema ku mûçeyê meha Tîrmehê bigihîje, dê dest bi belavkirina wê bike."
Da zanîn ku kar li ser mûçeyê meha Tebaxê jî hatiye kirin û got, "Lîsteya mûçeyê meha heştan jî hatiye amadekirin û di demek nêz de dê radestî Wezareta Darayî ya Iraqê were kirin."