Agirê li daristanên Laziqiyê berfireh bûye: Hewlên vemirandinê rastî astengiyan tên

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê (Kumên Sipî), tevî komên agirkujiyê, xwebexşên xelkê û saziyên mirovî, hewlên xwe yên ji bo vemirandina şewatên mezin ên li gundewarê Laziqiyê ya li rojavayê Sûriyeyê didomînin. 

Eniya herî Metirsîdar: Çiyayê Tirkmenan

Li gor daxuyaniya Berevaniya Sivîl a ku duh 23ê danê êvarê hat belavkirin, eniya herî metirsîdar li herêma Çiyayê Tirkmenan a Laziqiyê ye, ku ev sê roj in agir lê belav dibe. Tîm bi taybetî li eniyên gundên wek Sukeriye, Reyhaniye, Dexmeşliye, Siwêk û Xemamê dixebitin, lê rastî zehmetiyên mezin tên.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedemên sereke yên van zehmetiyan ev in: "Hebûna mayîn û bermahiyên şer ku ewlehiya agirkujan dikeve metirsiyê, erda çiyayî û dijwar jî rê nade tîm bigihîjin navenda agir, kêmbûna çavkaniyên avê û leza bayê."

Di heman daxuyaniyê de hat eşkerekirin, du amûrên veguhastina avê di dema vemirandina agir de li gundê Xemamê di nav pêtên agir de mane û şewitîne. 

Agirên li Hums û Hemayê Hatin Kontrolkirin

Li aliyê din, tîmên agirkujiyê karîn şewatên li çend deverên din bixin bin kontrola xwe. Li gundewarê Cebleyê, li herêma Bustan El-Başa, şewateke daristanan hat kontrolkirin.

Herwiha şewatên ku roja Duşemê li herêma Wadî El-Uyun a gundewarê Hemayê derketibûn, duh hatin vemirandin. Li gundewarê Himsê jî, şewata li herêma Wadî El-Nesara ku sê rojan berdewam kiribû, bi alîkariya saziyên mirovî û tîmên xwebexş bi temamî hat vemirandin.

 
Fly Erbil Advertisment