NY: Milyon penaberên Sûriyeyî piştî ketina Esed vegeriyane welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) ragihand, “Ji piştî ketina rejîma Beşar Esed ve, yek milyon penaberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.” Herwesa daxwaza zêdetir piştgiriyê kir, ji bo ku penaberên din jî vegerin welatê xwe.

Ajansa Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê de amaje da, "Ji piştî ketina hikûmeta Beşar Esed li roja 8ê Berçileya 2024ê, tenê di neh mehan de yek milyon Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe." Herwesa yek milyon û 800 hezar kesên din jî ku di dema nêzîkî 14 salên şerê navxweyî de aware bûbûn vegeriyane deverên xwe.”

Her çend vegera penaberan nîşana ji nû ve avakirina welatî be jî, di wê ragihandinê de wiha hatiye gotin, "Xanî û jêrxaneyên wêrankirî, xizmetên bingehîn ên xirab, nebûna derfetên karî û rewşa ewlehiyê ya nearam xwesteka xelkî ji bo veger û vejandinê asteng kiriye.”

Ajansa navbirî amaje jî daye, “Zêdetirî heft mîlyon kesên Sûriyeyî hîn jî li hundirê wî welatî aware ne û zêdetirî çar milyon û 500 penaberan jî li derveyî wî welatî mane.”

Serokê UNHCR Filippo Grandi di wê ragihandinê de gotibû, "Ev ji bo çarekirina yek ji mezintirîn krîzên awarebûnê li cîhanê derfeteke kêmpeyda ye." herwesa amaje da rapirsiyeka vê dawiyê, ku nîşan dide ku 80% ya penaberên Sûriyeyî li Urdin, Libnan, Misir û Iraqê dixwazin vegerin welatê xwe.”

Ajansa Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî nîgeraniya xwe anî ziman ku, budceya terxankirî ji bo çareserkirina wê krîzê "bi rengekî berçav kêm bûye". Ajansa navbirî ji çaryeka wê budceyê kêmtir wergirtiye, ku îsal ew ji bo gihandina alîkariyan pêdivî ne, ev jî di demekê de ye ku tenê 30% ya budceya pêdivî ji bo serederîkirina bi rewşa giştî ya Sûriyeyê re hatiye terxankirin.

 
Fly Erbil Advertisment