Şera: Îsraîl deverê dikişîne nav şerekî ku kes nizane kengî bi dawî dibe

Ehmed Şera
Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê ragihand, “Yekîtiya Sûriyeyê rûbirûyî bizavên parçekirin û gêleşoka mezhebî bûye.” Herwesa got, "Îsraîl bizavê dike ku deverê bixe nav şerekî, ku kes nizane kengî bi dawî dibe."

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro (Çarşem, 24ê Îlona 2025ê) li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da, "Me serkeftin li ser rejîmekê anî, ku 200 caran çekên kîmyayî li dijî xelkê Sûriyeyê bi kar anîbûn."

Serokê Sûriyeyê herwesa got, "Me rê li ber vegera penaberan xweş kir û me hemî madeyên hişber ên welatê xwe ji holê rakirin, ku rejîma Esed ew li dijî welatên deverê bikar dianîn."

Ehmed Şera veneşart ku, yekîtiya Sûriyeyê rûbirûyî bizavên parçekirinê û gêleşoka mezhebî bûye.

Navbirî ron jî kir, "Niha Sûriye vegeriyaye rewşa xwe ya hejî û şaristanî, em sozê didin ku em dê bi her kesê ku xwîna bêguneh dirijîne re rû bi rû bibin."

Serokê Sûriyeyê di derheqa Îsraîlê de jî eşkere kir, “Îsraîl bizavê dike ku berevajî komeleyeke navneteweyî li dijî Sûriyeyê bixebite, herwesa ew dixwaze ku deverê bikişîne nav şerekî ku kes nizane kengê bi dawî dibe.”

 
Fly Erbil Advertisment